Jinan bi parastina cewherî pêşî li qetilkirinan girtin

13:50

JINHA

STENBOL - Mêrekê li GOP'ê kir ku hevjina xwe qatilbike, jinên ku bûyer dîtîn duldank li mêr werkirin û bi parastina cewherî jina cîrana xwe parastin. Jina birîndar rakirin nexweşxanê.

Li Taxa Gazîosmanpaşa Stenbolê mêrekê hevjina xwe û xwişka hevjina xwe bi çekê birîndar kir. Jinên di heman avahiyê de dema bi bûyera mêrê kir ku hevjina xwe qatil bike hesiyan lê kombûn û bi parastina cewherî qetilkirina jinan dan sekinandin. Jinan guldank li mêr werkirin û bi wî awayî dan sekindandin. Mêrê rastî parastina jinan hat ji cihê bûyêre revî. Cîranan jinên birîndar rakirin nexweşxanê.

(dt/zt)