ROJEVA 11'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Kargeha Amargî bi azweriya roja yekem xebatên xwe dide meşandin. Xebatkarên kargehê diyar kirin ku ew ê bi rengê jinê bingehê xebatê û aboriyê vedike.
* Jinên xebatkar ên bajarê Tir Temir êrîşê çeteyan a li hember Taxa Şêx Meqsûd bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku hewldidin li taxê qirkirinê pêk bînin.
*Şoreşa Sûriyê dikeve sala xwe ya 6. Ji bo ku aloziya Suriyê çareser nebe gelek hêzên çete êrîş pêk anîn û xwestin şoreşa galan têk bibin. Derbarê şoreşa ku li Suriyê pêk tê de Rêvebera Têkiliyên TEV-DEM'ê Suad Xelo ji ajansa mera axivî.
*Jinên esnaf ên Wanê diyar kirin ku ew ji ber di pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê cilên gelêrî lixwekiribûn hatine binçav kirin. Jinan diyar kirin ku tehmûla dewletê li hember rengê kesk, sor û zer jî nemaye û wiha got, "Me bi rûha kedê jinan cilên gergîn lixwekir. Em bi cilên xwe ên gelêrî û çanda xwe henin."
*Karkerên di malan de dixekbitin ji hemû mafê xwe bêparin. Parêzer Seher Dursun ji bo pirsgirêkên jinên karker wiha got: "Karê jin dikin weke berhem nayê dîtin."
*Malbata Fîdan ku ji ber welatparêziya xwe ji salên 90'an heta niha rastî zordariya dewletê tê, dest ji têkoşîna xwe berna de. Ji malbatê Fatma Fîdan di sala 2013'an de tev li YPJ'ê, Helîme Fîdan jî tev li nav refên PKK'ê dibe. Fatma Fîdan ku tev li hemleya rizgarkirina Şedadê bû, di 20'ê çile de gihişt şehadetê. Dayîka du jinên têkoşer Leyla Fîdan diyar kir ku bi keçên xwe serbilind û rûmetdar e.
*Li Kenya yê qaşo mafê ax û mûlkiyetê heye lê dema ku hevjînê jinan jiyana xwe ji dest didin, tevahî mal tên dagirkirin. CEDAW, ji bo cudakariyên ku di nava zagonan de pêk tê rabe bang li hikûmetê kir.
*Ji Komeleya Nivîskarên Kurd û Komîsyona Jinan Yildiz Çakir diyar kir ku jin di nava wêje de tune tê hesibandin û da zanîn ku mêr ji hêza jinan a nivîsê ditirsin û wiha got, "Eger jin afrîneriya xwe bi pênûsê derîne holê, ew ê rastiyê pergalê tev derê holê û vala derkeve. Ji ber roja îro de mêr jin dinvîsinin.