Li Mêrdînê 7 cenazeyên dinê hatin teşhîskirin
17:31
Nûçe
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Hezexê nasnameyên 7 kesên din ên ku hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê anîbûn Mêrdînê jî hatin teşhîskirin. Hîna 25 cenaze di morgê de tên girtin.
Li navçeya Hezexê ya Mêrdînê di êrîşên qirkirinê de cenazeyên welatiyên ku hatin qetilkirin û ji bo nasnameyên wan bên teşhîskirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê karên teşhîskirinê didome. Ji nexweşxaneyê ji 31 cenazeyên heyî ji wan nasnameyên 7 cenazeyan jî hatin teşhîskirin. Hate hînbûn ku cenazeyên hatine teşhîskirin aydî Abdullah Ecevît, Mete Agir, Ahmet Varli, Servet Yildiz, Sozdar Gazyak, Okan Emektar û Şevkî Geldîsoz in.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hê jî 25 cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine diyarkirin hene.
(zt)