'Hişmendiya mêr û dewletê ser jinê hemane'

15:34

JINHA

COLEMÊRG - Girêdayî zêdebûna şidet û qetilkirinên jinan Navenda Sosin a Geverê daxuyanî da. Civaknas Gulîstan Selen di dawuyaniyê de diyar kir ku her sal ser navê namûsê bi hezaran jin tên qetilkirin.

Navenda Şewîrmendiya Jinê Sosin a Geverê ji bo du jinên bi navê Şûkran Durmaz û Hediye Durmaz ên di 8'ê Adarê de li gundê Xalane a navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê zilamê bi navê H.K ve hatibûn qetilkirin, şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên KJA'ê, Navenda jinan a Bajaroka Bajerge û gelek jinan li navenda Sosinê pêk hat. Civaknasa Şaredariya Bajergeh Gulîstan Selen daxuyanî xwend û di serî de qetlîama li ser jinê bi tundî şermezar kir. Gulîstan bilêv kir ku qetliama di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de pêk hat diyar dike ku hişmendiya tundiya li ser jinê di hemû rojan de wek heve.

'Hişmendiya mêr û dewletê li ser jinê yek e'

Gulîstan destnîşan kir ku heya hişmendiya tund hebe dê qetliamên jinê jî berdewam bin û wiha berdewam kir: "Jin her tim rastî tundiya mêr tên. Ji ber ku heya niha zagonek bingehîn nehatiye sazkirin mêr dikûje dewlet diparêz e. Hişmendiya mêr û ya dewletê li ser jinê yek e. Jinên ku jî aliyê hêzên dewletê ve hatin qetîlkirin û bedenên wan tên teşîr kirin jî mînakek jî vê hişmendiyê ye."

'Ya tê teşîrkirin hişmendiya dewletê ye'

Gulîstan da zanîn ku ya tên teşîr kirin ne bedena jinê ye zîhniyeta dewletê ye. Gulîstan got ku ew wek jinên Geverê tu carî li hemberî qatlîamên jinê bê deng nemînin û heya dawiyê ew ê li dijî hişmendiya desthilatdara zilam têbikoşin.

(kom/zt)