Li Bursayê 4 jin hatin binçavkirin
15:06
Adar
10
/ 2016
JINHA
BURSA - Bi hinceta 4 jinên endamên HDP'ê tevlî şermezarkirina Komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê bûne girtin binçavan.
Li Taxa Panayir û navçê Mudanya û Yildiriam a Bursayê polîsan serê sibê bi operasyonên qirqirina siyasî bi ser gelek malan de girtin. Endamên HDP'ê Nazli Bana, Sevda Kaya, Zeynep Canbolat û Fatma Ada hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bursayê. Polîsan 4 jin bi hinceta beşdarî çalakiya 15'ê Sibatê ya salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûye û beşdarî çalakiyên Panayirê bûne binçav kirin.
(dt/zt)