Li Duhokê sê rojin agahî ji endamek RJAK'ê nayê girtin

13:38

JINHA

DUHOK - Di roja 8'ê Adarê de Endama RJAK'ê Hêvîdar Kerim Osman li Amêdiyê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat girtin.

Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê de Endma Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) ê Hêvîdar Kerim Osman li navçeya Amêdiyê ya bajarê Duhokê yê Başurê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hat girtin. Ji wê demê heya niha endamên RJAK'ê di nava hewildanan denin ku bi Hêvîdar re hevdîtin bikin. Hat zanîn ku dema endamên RJAK'ê serlêdan kirine, lê bi hincetên heya yekşemê nikarin hevdîtinê bikin serlêdana wan asteng kirine.

(zt)