Selma ya li Rihayê hat definkirin hatiye qatilkirin

12:19

JINHA

RIHA - Selma bi şîdetê hatiye qatilkirin. Piştî ku hevjinê wê Îsmail Kiraz hevsera xwe Selma qatilkir li goristana taxê definkir. Hevjinê Selma Îsmail Kiraz ji hat giritin û şandin girtîgihê.

Hat zanîn ku Selma Kiraz li Rihayê dijîya ji aliyê hevserê xwe Îsmail Kiraz hat qatilkirin. Selma roja 9'ê sibatê jiyana xwe ji destda û şîdeta ku li Selama hatiye kirin hatiye veşartin. Lê piştî ku duh Îsmail Kiraz derxistin Adliyê li xwe mikur hat û gotiye ku wî Selma qatilkiriye. Hat zanîn ku bi salane Selma ji hevserê xwe şîdet dîtiye. Kujer Îsmail hat girtin.

(dt/zt)