Di 8'ê Adarê li Geverê 2 jin hatin qetilkirin

08:47

JINHA

COLEMÊRG - Li gundê Xalanê ya Geverê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de 2 jinên bi navê Ş.D û H.D ji aleyê zavayên xwe ve hatin qetilkirin.

Li gundê Xalanê ya girêdayî navçeyê Geverê ya Colemergê di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de 2 jinên bi navê Ş.D (20) û H.D (22) salî ji aliyê zavayê xwe H.K ve hatin qetilkirin. Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xistin di seatên êvarê de kesê bi navê H.K bi hinceta ku sedema wê ne diyar di ser mala xezûrê xwe ve digire û bi tabancayê êrîşê malbatê dike. H.K di êrîşê de 2 jin ên bi navê Ş.D û H.D û 3 zarokên ku navên wan nehat zanîn qetilkir û gelek kes jî birin dar bûne.

Hate ragihandin ku jinên hatin qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Her wiha lêkolîna Dozger li cihê bûyerê berdewam dike.

(ho/rc)