Li Geverê 2 jê jin 3 kes hatin qetilkirin
19:34
JINHA
COLEMÊRG– Li navçeya Geverê zilamê bi H.K. tevî zaroka xwe ya 5 salî Arjîn û xwişkên hevjîna xwe Şukran Durmaz (20) û Hediye Durmaz (18) qetil kir. 2 zarok jî bi giranî birîndar in.
Li gundê Xalanê ya navçeya Gevera Colemêrgê zilamê bi navê H.K. tevî zaroka xwe ya 5 salî Arjîn û 2 xwişkên hevjîna xwe Şukran Durmaz (20) û Hediye Durmaz (18) qetil kir. Zilamê bi navê H.K. ê ji bo komkujiyê çû cihê hevjîna xwe ya çûbû mala lê dijî zarokê bi navê H.D. (12) û A.K. (2) jî bi guleyan bi giranî birîndar kir.
Piştî komkujiyê H.K. demeke dirêj kesên li malê jî dîl girt û piştre hat binçakirin. Polîsan H.K. birin miduriyeta polîsan, kesên hatin qetilkirin û birîndarkirin jî bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Bi bihîstina bûyerê gelek welatî çûn nexweşxaneyê.
(ho)