Li Wanê çalakiyên 8'ê Adarê berdewan dike
18:01
JINHA
WAN-Li Wanê bi boneya 8'ê Adarê bi pêşengiya Meclîsa Dayîkên Aştî û hevkarên KJA'yê bazara "Keda Destê Jinê" hat vekirin û dûvre jin gora Ekîn Wan ziyaret kirin û qernefîl danîn.
Li Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Navenda Nûdayê ya Wanê ligel DİSK, MEYA-DER û Kongreya Jinên Azad (KJA) û Meclîsa Dayikên Aştî 8'ê Adarê hat pîroz kirin û ji bo dayikan lêçekên bi rengê mor û spî xelat kirin. Seroka Giştî ya Dîsk'ê Emîne Bozkur 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got, "Ez 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Êrîş û komkujiyên ku dewletê tirk pêk tîne wê bi berxwedana dayîkan têk biçe. Hemû jinên aşitîxwaz û dayikên aştiyê dê aştiyê bîne cîhanê."
Bazara Keda destê jinan hat vekirin
Jinan di çerçoveyê çalakiyê de Bazara "Keda Destê Jinê " hat vekirin. Pêşiya vekirina Bazarê Hevseroka Şaredariya rêya Armûşê Nermîn Unat axivî û wiha got, " Em dizanîn em çi dixwazin û ji bo pêşeroja xwe jî em amadene. Êdî sebra me nema û em bêdengiya xwe jî berdidin. Ji bo xemgîniyên xwe em êdî girî nakin. Em ê bi ked û dengê xwe derbikevin. Cilên jinan yên gelêrî rastî eleqeyek mezin hat. Ji bo vekirina pazara Keda Destê Jinê, Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan û Tugba Hezer, Hevseroka Artemêta Wanê Nurhayat Çelîk, Hevserokê Rêya Armûşê Veysel Keser, Hevseroka Şaredariya Vestanê Yildiz Çetîn, Serokatiya giştiya Dîsk'ê Emîne Bozkur, Kongreya Jinên Azad(KJA)'ya Wanê, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê û nunerên HDP û DBP'ê û gelek jin li vir kombun.
'Jinan gora Ekîn Wan ziyaret kirin'
Pîştî Bazara Keda Destê Jinê MEYA-DER, KJA'ya Wanê, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nunerên HDP'ê gora gerîlaya YJA-Star'ê Kewser Elturk (Ekîn Wan) ziyaret kirin û qernefîl danîn.
(hk-db/rc)