Li Agiriyê mirina bi guman
17:26
Adar
8
/ 2016
JINHA
AGIRÎ- Xwendekara bi navê Oya Yaşar a ji Agirî li gor îdiayan ku li wargeha dibistanê întixar kiriye, jiyana xwe ji dest da.
Li Agiriyê Xwendekara lîseyê ya bi navê Oya Başar(17) a li gor îdiayan ku li wargeha dibistanê întîxar kiriye, jiyana xwe ji dest da. Oya ya ku li mêrdewanên wargeha dibistanê ji aliyê hevalên wê ve bi benik daliqandî hat dîtin, cenazeyê wê şandin Saziya Tiba Adlî ya Erziromê. Piştî karên otopsiyê Oya li gundê Tezekendê yê navçeya Giyadînê definkirin.
(dt/rc)