ROJEVA 07'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Fermandara YJŞ'ê Deniz Dag 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: "Berpirsyariya jinan rêxistin bûn û berxwedane. Divê jin bi giyana Zîlan, Bêrivan û Arinan tevbigerin. Ji bo jiyanek azad û mafê jinê bê bidestxistin em wek YJŞ di nava hewildanan denin. Em dubare, 8'ê Adarê li hemu jinên cihanê û jinên berxwedêr piroz dikin."

*Parêzera Sacîde Cadir Silêman, sedemên kêmbûna jinan di nava rêveberiya Başurê Kurdistanê wiha anî ziman; "Zihiniyeta deshilatdarên Başurê Kurdistanê astengiya herî mezine li pêşiya jinan."

*Meryem Pekmez ya ku li Amedê li Kayapinar Belediye Sporê wekî atlet û meşvan xebatên xwe pêşve dibe, bi serkeftinên ku bi dest xist hevrîkên xwe têk bir wiha got, "Armanca min yê herî mezin tevlî olîmpiya cîhanê bûyîne."

*Ajansa cîhanê ya yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinê JINHA bi dirûşma "Em nabêjin gelo dê zilam çi bêje û dinvîsin em” piştî weşana bi zimanê Tirkî, Îngîlîzî û Kurdî niha jî bi lehceyê Soranî di 8'ê Adarê de dê dest bi weşanê bike.

* Ji jinên ku bi berxwedana xwerêveberinê li pişt barîqatên Nisêbînê dîrok bi hebûna xwe dineqişîne Rabîa Taylan e. Rabîaya ku rastî êrîşê tîmên taybet hatî û ji 11 cihên laşê xwe birîndar bûyî, hîna jî li berxwe dide û wiha dibêje, "Erdogan ji bo qesra xwe mirovan qetil dike. Erdogan bi xwîna sedan mirovê ku qetilkiriye qesra xwe avadike. Dehaka zalim têhna xwînê Kurdane, têr nabe. Li hember zaliman Kawayên me ên ku radibin serhildanê hene, ev yek dê serkefinê misoger bike."

*Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Endama Koordinasyona KJK'ê Besê Erzincan ji bo girtiyên siyasî nivîsek nivîsî û got: "Ji bo me jinan daxwaza azadiyê xurt domandine. 8'ê Adara sala 2016'an û piştî wê, ji bo me wê bibe heyamek ji dema azadkirina Rêbertiya me jinan, gelê kurd û hemû gelên bindest. Wê bi bûyîna şoreşger û milîtana kêliyê ev yek bê serxistin."

*Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amedekariya mitînga 8'ê Adarê yê fînalê li Amedê bi dawî bû. Endama Koordînasyona KJA'yê Bajêr Zûbeyde Zûmrût derbarê bernameyê 8'ê Adarê de agahî da û bang li tevahî jinan kir ku ji bo Sur û Cizîrê deng bidin.

*Şaredariya Rêya Armûşê ji bo jin tevlî jiyana aborî bibin alternatîfên wek Bazar Keda Jinê avakir. Bazara ku li bendê yek ku di 8'ê Adarê de bikeve xizmeta welatiyan. Jinên ku dê di bazara keda jinê de keda destên xwe aboriya xwe bidest bixin diyar kirin ku ligel hemû astengiyên mêr dê li qadan bin û bixebitin.