Wê ewlehiya mîtînga fînalê 300 jin bigirin

14:53

JINHA

AMED- Mitinga Fînalê ya 8'ê Adarê dê li Amedê bê lidarxistin. Dî mîtînga ku wê li Amedê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin de 300 jin ji bo ewlehiya wê hat erkdarkirin.

Çalakî û pîrozbahiyê 8'ê Adarê berdewam dikin û wê Mîtînga Fînalê ya 8'ê Adarê jî li Amedê bê lidarxistin. Ji bo ewlehiya mîtîngê 300 jin hat erkdarkirin. Jinên ku hatin erkdarkirin wê ji ewlehiya mîtîngê berpirsiyar bin. Jinan der barê mijarê de li qada mîtîngê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Endama Kordînasyonê ya Bajarê Amedê a KJA'ê Zubeyde Zumrut ve hat xwendin û wiha hat gotin: " Em ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a cîhanê bi bi hêz pêşwazî bikin. Ji bo vê jî ewlelehiyeke bi hêz dîvê. Ji bo girtina ewlehiya mîtîngê wê 300 jin ji bo ewlehiyê li qadan bin."

Zubeyde aşkera kir ku bi awayekî berpirsiyar ji bo mîtinga ku wê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin dibin û ev tişt got: " Qada Îstasyonê qada ku em hemû mîtîngên xwe lê li dar dixin e. Îro em ji bo ewlehiya ku em ê di 8'ê Adarê de li qadê bigirin hatin vê qadê. Hevalên me yên jin ên ji ewlehiyê berpirsiyar ên zabita û bi wan re wê hevalên me yên jîn jî erkdar bin."

Zubeyde got ku ji bo 4 hêlên qadê wê ji bo her hêlekê navçeyek erkdar be û hemû jin vexwendin mîtînga 8'ê Adarê ya ku wê roja 8'ê Adarê bê lidarxistin.

(mk)