ROJEVA 06'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

* Li gundê Kehê avên herî qedim û şelaleyên bedew hene ber bi Başûrê Kurdistanê ve diherikin.

* Helbestvan û Nivîskar Sara Cafer diyar kir ku divê jin zêdetir di wêjeyê de bên dîtin, ji ber hunera destê jinê rengek cuda dide wêjeyê û got: "Sedemek sereke yê lawziya asta wêjeyê kêmiya rengê jinê ye. Ji bo wê jî pêwîste gringî ji pênûsa jinê re bê dayîn. Giringî dayîna pênûsa jinan cîhana wêjeyê dewlemend dike."

* Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ya ku der barê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de nirxandin kir diyar kir ku 8'ê Adarê ya vê salê diyariyî jinên têkoşer ên bakurê Kurdistanê kirin û got ku divê hemû jin li dora jinên têkoşer kom bibin.

*Bi boneya 8'ê Adarê şervanên YPJ'ê û Endamên Asayîşa Efrînê nirxandin kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

*Jinên Surê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxwezên xwe yê aştiyê nû kirin. Jinan gotin, "Divê tevahî jin ne ji bo mirinan ji bo jiyanek xweştir di 8'ê Adarê de li qadan bin" û tevahî jin vexwandin qada 8'ê Adarê.

*Li çiyayê Şingalê amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê kirin. Jinên Şingalê cara duyemîn bi şahiyên cur bi cur 8'ê Adarê wê pîroz bikin. Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa Jinên Şingalê Hezîl Laleş diyar kir ku ew ê bersivek bi hêz bidin zihniyeta desthilatdariyê mêr.

*Li welatê Amerîka Navîn Hondurasê parazvana mafê gelên herêmê, aktîvîst û wergera bi xelat Berta Caceres piştî ku ji aliyê kesên ne diyar ve hat qetilkirin, pevçûn di navbera xwedekarên zanîngehê û polîsan de bi dawî nabe.

*Çîlem Dogan ya ku ji ber tundiya ji hevjînê xwe dît parastina xwe ya rewa kir û hevjînê xwe kuşt ku niha di girtîgehê de ye bi riya ajanasa me bi nameyekê peyama 8'ê adarê şand. Çîlem di peyama ku şan de bal kişand ser girîngiya parastina rewa û wiha got: "Têkoşîna wê şanazî û sekna min e."

* Li welatê Amerîka Navîn Hondurasê parazvana mafê gelên herêmê, aktîvîst û wergera bi xelat Berta Caceres piştî ku ji aliyê kesên ne diyar ve hat qetilkirin, pevçûn di navbera xwedekarên zanîngehê û polîsan de bi dawî nabe.

*Endama Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH) Sevîm Akdag da zanîn ku armanca şerê ku li Kurdistanê tê meşandin bêdeng kirina jinan e û dest nîşan kir ku jinên Ewropa çawa xwedî li YPJ'ê derketibe bi heman rengî xwedî dê YPS-Jin jî derbikevin.

*Endama Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH) Sevîm Akdag da zanîn ku armanca şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng kirina jinan e û dest nîşan kir ku jinên Ewropa çawa xwedî li YPJ'ê derketibe bi heman rengî dê xwedî li YPS-Jin jî derkevin.