Ji jinên Bosna Hersekê ji bo KJA'yê peyama 8'ê Adarê

14:14

JINHA

AMED - Jinên Feminîst yê ji Bosna Hersekê yên ku ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyameke nivîskî ji KJA'ê re şandin diyar kirin ku ew hêvî dikin ku têkoşîna jinên kurd bandora xwe li tevahiya cîhanê bike.

Jinên Feminîst yên ji Bosna Hersekê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyameke nivîskî ji KJA'ê re şandin gotin ku Têkoşîna azadiyê ya ku hûn ji bo gelê kurd û jinên kurd didin, têkoşîneke gerdûnî ya azadiyê û ya mafên mirovan e û ev tişt gotin: " Em gelên ku bi şîdet û bêedaletî û newekheviyê re rûbirû mane, ji dil û can piştgiriyê didin têkoşîna we jinên kurd. Em piştgiriya xwe ji hevteya 8'ê Adarê ya ku Kongera Jinên Azad ( KJA) bi şîara 'Em xweseriyê înşa dikin û bi rûhê têkoşer ê Sakîne, sêvê û Ekîn Wan ber bi şoreşê ve dimeşîn' radigihînin. "

Jinan di dawiya peyama xwe de bi gotina "Zena Zena" (Kadin Kadina) piştgiriya xwe ya ji jinên kurd re dubare kirin.

(mk)