Li Semsûrê du jin hatin binçavkirin

12:36

JINHA

SEMSÛR - Li Semsûrê di çerçoveya opresyonên qirkirina siyasiyî de Endamên Meclîsê yên DBP û KJA'yê hatin binçavkirin.

Li Semsûrê di opresyonên qirkirina siyasî yên duh de endamên DBP'ê yên bajêr Hacî Yorûlmaz, Nacî Korkmaz û Hasan Leblebîcî û aktîvîsta KJA'yê Vîldan Sol û Hasret Alp, Sûna Ateş, Emrah Akbaba û Şego Zeytîn ên hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. Di baregeha operasyonê de hat diyarkirin ku Endamê Meclîsê yê DBP'ê Kenan Can Maraş, Emrûllah Kalkan û endama KJA'yê Ezgî Karadogan li Amedê hatin binçavkirin û wan şandin Semsûrê. Her wiha li bajêr Bîlal Şahîn û Huseyîn Karakûş jî hatin binçavkirin.

Yên hatin binçavkirin li Muduriyeta Polîsan a Semsûrê tên rawestandin.

(rc)