ROJEVA 05'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Pişti 79 rojan xedexekirana derketina kolanan li Cizîrê radibe. Ew roj serê sibê zu em radibin û bi ber bodroma ku mirov lê hatine şewitandin ve diçin. Ji ber ku hê zuye kes li derve tune ye em li nêzikî bodroma jineke ku di nava tozê de maye dibinin. Ev jina dilşewat êşa dilê xwe bi me re parvedike û wiha dibêje: “Ez neminim ji xaniyê bêxweyî û ji bordroma re ez nemînim.” Em ji wê jinê cihê bodroman dibirsin û pêşi diçin bodroma yekemîn. 5 katên serê hatine xwarê, lê hêjî bodrom bi temami ji holê ranebûye.
*Ji ber ku girtiyên jinên siyasî yên Girtîgeha Karataşa Edeneyê ji bo rewşa Cizîrê ketibûn gireva birçîbûnê ji aliyê îdara girtîgehê ve cezayê disiplînê ji bo wan hat dayîn.
*Li her devera Başurê Kurdistanê jî jin di nava çalakiyên 8'ê Adarê denin. Jinên bajarê Silêmaniyê gotin; "Emê bi hêza YPS-JIN xwe rêxistinbikin, ji ber ku wateya 8'ê Adara îsal ji bo me gelek cudaye."
*Jinên Kobanê bi boneya 8'ê Adarê roja jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin kirin û gotin, "8'ê Adarê roja serhildana jina ye."
*Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê aktîvîstên Jiyana Pembe Demhat Aksoy û Ozan Ugur bang kirin û gotin; "Me li Kobanê û Şengalê dît jin dikarin çî bikin. Ji jinên berxwedêr tirsiyan. Emê weke Jiyana Pembe li kolanan bin."
*Civaknasa Navenda Jiyana Jinê a Rojîn Evîn Ozgur diyar kir ku zarok hîna di zikê dayîka xwe de li gorî pergala zayendîperest tê xwedîkirin û got bandora malbatê ser zarokan gelkî zêde ye. Evîn ji ber vê bang li malbatan kir û wiha got, "Em bi feresetek wek hev nêzî zarokên keç û kur bibin."
*Bijîşka Pispor Neşe Ozgen derbarê 'Modela Aboriya Demokratîk' a ku bi îlankirina xwerêveberinê re bi jiyanî dibe got, "Xwerêveberina gel her çiqas ne hatibe kadegorîze kirin jî rêveberiyek a bingehîn hatî avakirin. Di rastiyê de li Kurdistanê bi îlankirina xwerêveberinê re aboriya xweser hatî avakirin û ev yek ji bo pergala desthilatdariyê tehdîtek mezin nişan diyar dike."
*i Komeleya Rojeva Zarokan Ezgî Koman diyar kir ku ligel Hewldana ji bo Zarokan Aştî, ji sendîka, odeyên pîşeyî û civakên sivîl ên Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqere jî bi giştî ji 139 rêxistinan pêk tê û wiha got: "Zarok xwe encax di nav hewirdorek aştiyê de dikare xwe pêş bixe. Em jî pêk anîna xwe ya wan tiştan tînin ziman û berpirsyariyên dewletê tînin bîra wan."
