Jinên Cizîrê bi bêduayan 'kavlên dewletê' radikin

17:20

JINHA

ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê piştî ji ber êrîşên dewletê yên hov reviyabûn vegeriyan malên xwe ji bo paqijkirina kavilên dewletê ku li Cizîrê pêk aniye dest bi xebatan kirin. Welatiyên ku malên wan xirabûye aliyek nifira kesên ku wan zilm û zoran li wan dike dikin û aliyek din jî bi gotina "Em ê neçîn û jiyanê ji nû ve ava bikin" biryardayînên xwe yê mayînê tînin ziman.

Piştî 80 rojan rakirina dorpêç û qedexeyên Cizîrê ku ji aliyê dewletê ve dihate meşandin welatî vedigerin malên xwe. Bi taybet welatiyên ku malên wan li Taxa Cudî û Nûr ku şerên herî zêde lê diqewîmîn vedigeriyan malên xwe û bi avahiyên hilweşiyayî re rû bi rû man. Welatiyan di axaftina nav xwe de diyar dikin ku ev êrîş ji êrîşa Kobanî jî hovanetire.

Nifir kêm nabin

Welatiya bi navê Edîbe Tanişman ku mala wê û hemû yên malbata wê ji aliyê dewletê ve hatiye hilweşandin bertekên xwe bi gotina 'Em kavilên dewletê radikin" anî ser ziman. Edîbe diyar kiri ku hemû xaniyên derdorê yê malbat û xizmê wê ne û wiha axivî: "Hemû mal hatine xirakirin. Niha em li vir in lê tu tiştekî saxlem nemaye. Sê mehe em ne li mala xwe ne. Dema em hatin bi dîtinan dîmenan şoq bûn tiştek nemaye hemû malên taxê hatine hilweşandin. Xwedê bela wan bide"

'Tiştek dû mala me nemaye'

Welatiya bi navê Azîze Karakuş jî da zanîn ku dewlet wan bi darê zorê ji malên wan derxistin û wiha got: "Em ji taxê derketin û me tiştek jî negirt gel xwe. Lê piştî sê mehan em vegeriyan malên xwe û me dît tiştek me nemaye heta mala ku me bi zehmetî çêkiribûn jî tuneye hemû hatiye hilweşandin. Xwedê bila kesên ku me kiriye vê rewşê têxe vê rewşê."

'Em ê axa xwe neterikînin'

Azîze dest nîşan kir ku jêrzemînên derdorê hatine xirakirin yê wê û xizmên wê bûne û wiha domand: "Hemû xaniyên me hatine xirakirin. Ji bilî kavilan tiştek nemaye. Xwestin me bê mal û bê war bihêlin û xwestin em ji Cizîrê derkevin. Tiştên ku bi gelê me hate kirin wehşete, hovîtiye. Li ba kesên wan tiştan dikin tirsa xwedê tuneye. Lê em ê dev ji ax û welatê xwe bernedin. Em ê vegerin mal û taxên xwe."

'Dewlet malên me xira kir'

Welatiya bi navê Makbule Oluk ku di nav kavila xaniyê xwe de çend eşya yên xwe yê saxlem mayî digere bertekên xwe bi gotina; 'Teqez divê hesabê vê zilmê bê dayîn' tîne ser ziman. Makbule bi lêv kir ku her tiştên wan hatiye şewitandin û ev tişt anî ziman: "Me malên xwe wekî ku me danîbû nedît. Her tiştên me hatine şikandin û şewitandin. Cil û bergên ku em li xwe bikin jî nemane. Rewşa hemû welatiyên Cizîrê wisa ye. Tenê malên hatine hilweşandin ji me re mane. Dewlet malên me wêran kirin em ê binêrin dê çi dibe. Hêvî dikim ku gelê me hesabê kirina van zilman bipirse."

'Ligel kavil be jî em ê li ser axa xwe bijîn'

Makbule diyar kir ku ligel hemû zilman dê serî netawandine û wiha pê de çû: "Hemû zarokên me perîşan bûn. Mirovên me qetil kirin, malên me şewitandin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Hûn dibînin gel di nav kavilên malên xwe de dijîn ji ber cihên ku biçin tuneye. Ji ber vê yekê hemû mirov ligel kavil be jî dê li ser axa xwe bijîn."

(ea/zt)