Cenazeya Cemîle Erdenê hat teşhîskirin
13:38
JINHA
RIHA - Ji 28 cenazeyên aîdî kesên li Cizîrê hatin qetilkirin û bo teşhîsê şandin Rihayê, cenazeyê Cemîle Erdenê jî ji aliyê malbatê ve hat teşhîskirin. Piştî teşhîskirina cenazeyê Cemîle li nexweşxaneyên Rihayê bi giştî 11 cenazeyên neteşhîskirî man.
Ji 28 cenazeyên aîdî kesên li navçeya Cizîr ya Şirnexê yên bi awayekî hovane ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bo teşhîsê şandibûn Rihayê, cenazeyê Cemîle Erdenê piştî danberheviyên DNA'yê ji aliyê malbatê ve li Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înanê hat teşhîskirin. Berê jî ji 28 cenazeyên li Rihayê 16 jê ji aliyê malbatên wan ve hatibûn teşhîskirin û wan şandibûn bajarên wan.
Hat zanîn ku dê cenazeyê Cemîle piştî karên li dozgeriyê bê wergirtin û ber bi gundê Hoserê yê Cizîrê ve ji bo definkirinê bê rêkirin.
Bi teşhîskirina cenazeyê Cemîle re li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înanê 5, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê 2, li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê jî 4 bi giştî li nexweşxaneyên Rihayê 11 cenazeyên neteşhîskirî mane.
(rc)
