ROJEVA 04'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên bajarê Kerkukê diyar kirin ku 8'ê Adarê roja hesab pirsîna ji deshilatdarane û goti; "Em bi giyana YPS- JIN xebatên 8'ê Adarê birêvedibin. Bi heman giyanê em bang li tevahî jinan dikin dakevin qadan û hêza xwe nîşan bidin."

*Girtiya siyasî Figen Şahîn a li Girtîgeha Karataşa Edeneyê dimîne emelyatbû.

*Parêzerên ku der barê biryara doza Vartînîs de axivîn gotin "Biryarên beraetê yên ku di dozên qetlîaman de tên dayîn wê rê li ber qetlîamên nû vekin. Divê ku di her biryara beraetê de bê dîtin ku mexdûrên sûcdaran çiqasî bi van biryara diêşin. Her wiha divê ku qîrîna Aysel bê bihîstîn."

*Girtiyên jinên Girtîgeha Karataşa Edeneyê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û gotin; "Em wek jinên ji doza PAJK'ê yên girtîgehan, bibiriyarin ku emê tekoşîna pêşengên xwe bigihîjînin azadiyê."

*Li Rojava û tevahî Kurdistanê jin di refên pêş ên berxwedanê de cîh digirin û hêza xwe ya cewherî derdixin holê. Jinên aliyê Tirkiyê jî parastina xwe ya cewherî dikin. Bi sedan sale Nevin, Çilem, Yasemin û jinên weke wan teslîmî hişmendiya bi navê 'qederê' hatî nîşandan nebûne û gihane rewşa sembolbûnê. Gotian Çilem ya "Jinek dema bixwaze dikare xwe ji nû ve avabike" bûye sedema berxwedana jinên ji zanîngehê heya nava kolanan. Parêzera feminist Ceren Şimşek jî ji bo parastina cewherî dibêje; "Vîna jinan derxistian holê bi serê xwe serhildaneke."

*Jinên ku li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya zayendî her tim di nav serhildanê de ne li her qadan xwe birêxistin dikin, niha jî li qadên sendîkayê her roj hebûna xwe bilindtir dike. Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose jinên di sendikayê de cihên xwe girtine diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê vê salê bi her awayî êrîşê jinê dike û jin bi berxwedanê bersiv dide hemû êrîşan.

*Nêzî saleke li Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Tatosê a Erziromê bûyereke sosret tê jiyîn. Navçeya Tatosa ku rêjeya zayînê bilinde li nexweşxaneya dewletê de bijîşka jinan û zarokan tuneye.

* Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhane, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Wanê dê pîrozbahiyek girseyî di 5'ê Adarê de pêk were ji ber vê bang li tevahî jinan hat kirin û wiha hat gotin, "Ji bo xwedî li Sêvê, Pakîze û Fatma û jinên ku bedena wan hatî teşîrkirin derên, em ê jin hemû bi rengê xwe li qadanbin.”