Li Şirnexê çalakiyên 8'ê Adarê berdewam dikin

19:08

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameyên bi boneya bibîr anîna 3 jinên siyasetmedar ên li navçeya Sîlopya hatîn qetilkirin didome.

Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dike û li Şirnexê bernameyên bi boneya bîranîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar yên ku li navçeya Sîlopya di encama êrîşên hêzên dewletê de hatîn qetilkirin didome. Li taxa Gabarê 3 jinên siyasetmedar bi bernameya şanoyê hat bibîranîn. Şano bi banga bilind kirina berxwedanê ya 3 jinên siyasetmedar hat nîşan dan. Li ser mijara şanoyê jinên ku temaşevan hestiyar bûn.

Aktîvîsta KJA’yê Saadet Îdîn di bernameyê de axivî anî ziman ku polîtîkayên dewletê ya li hemberê jinan bê encam mayê û got ku jin dê berxwedana xwe bi biryar bimeşênin.

Bername bi nîşandana sînevîzyonê dawî bû.

(ozp/zt)