Li Gimgima Mûşê polîsan êrîşî jinan kir
15:06
JINHA
MÛŞ - Li Gimgima Mûşê li dijî jinên ku xwestin ji bo 8'ê Adarê bimeşin ji aliyê polîsan ve çalakî pêk hat. Li dijî jinên ku ji çalakiya xwe gav bi paş ve neavêtin polîs êrîş pêk anî.
Li Gimgima Mûşê jinên ku bi armanca pîrozbahiya 8'ê li ser banga KJA'yê li ber avahiya DBP'ê Hatin cem hev bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê heta Beledye Îşxaniyê meşiyan. Li dijî jinên ku meşiyan ji aliyê polîsan ve êrîş pêk hat û jin hatin astengkirin. Jinên ku nerazîbûn nîşanî polîsan dan û meşa xwe berdewam kirin, vê carê jî polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî wan kir. Jinên ku ji gazê û ava şid bi bandor bûn ketin avahiya DBP'ê ya Gimgimê.
(mk)
