Gelo jinên ku li Bayrampaşayê çalakî pêk anîn hatin înfazkirin?

13:28

JINHA

STENBOL - Hat aşkerakirin ku du jinên êrîşî karakola hêzên çevîk kirin di bin tehdîda înfazê de ne.

Li ser karakola Hêzên Çevîk yên Bayram paşayê êrîş pêk hat. Di dîmenên ku dema êrîşê hatin kişandin de derket holê ku êrîş ji aliyê du jinan ve pêk hatiye. Hat aşkerakrin ku jinên çalakger di serî de bi bombeya destan û piştre jî bi çekan êrîşî wesayita ku polîs têde bûn krine.

Di dema ku çalalakiyê li kolanên Gazî ya Stenbolê berdewam dikir, li kolaneke ku polîs jî lê hebûn dengê teqîna bombeyê hat. Her wiha hat aşkerakirin ku jinên li hemberî polîsên Hêza Çevîk çalakî pêk anîn di bin gefa kuştinê de ne.

(mk)