Di encama agirê derket de jinek û 2 zarokan jiyana xwe jidestdan
11:27
JINHA
SÊWAZ - Ji ber sedema bataniya ceyranê agir derket, jinek û 2 zarokan jiyan xwe ji dest da.
Li taxa Mehmet Akîf Ersoy a Sêwazê li mala ku 5 kes jiyan dikir ji ber sedema bataniya ceyranê agir derket. Zelîha û Îlyas Altun bi îmkanê xwe ji agir xilas bûn. Dayîk Zelîha xwest ku carek din here zarokên xwe xilas bike ji ber dumana zêde nikarîbû herê nava xanî. Koma agirkujiyê mudaxaleyî agir kir û vemirand. Fatma Altun a ku bi nevîyê xwe Muhammed re razayî di agir de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Zeynep Altun a 4 salî ji bandor bûna dumanê li Nexweşxana Fakulta Tibê ya Zaningiha Cumhuriyetê tevî hemî mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
(dt/zt)
