ROJEVA 03'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:02


*Jinên Şedadê hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê vegotin û diyar kirin ku bi hatina QSD'ê re jiyana wan hatiye guhertin.

*Li gundên berpesarên Zagrosan jin şêwekarên jiyanê ne. Jina binavê Heybet diyar kir ku ew jinên gund bi komî karên xwe bi hev re dikin û got: "Karê me jinên gund bi derketina rojê re despêdike."

*Bi boneyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê Endama KJA'yê Xecê Şen banga tevlîbûnê li gelê Êlihê kir û wiha got, "Îsal jinên Kurd dê bi reng, ziman, çand û tilîliyên ku dijmin ditirsîne li qadanbin."

*Jinên ku li atolya tekistîla Navenda Jiyanê Jin a Rojîn ya Wanê dixebitin diyar kirin ku ew bi hêviyê jiyanek wek hev dijîn û wiha gotin, ew ê li hember dagirkirina kedê jinan di 8'ê Adarê de li qadanbin.

* Ji Arîn Mîrkana ku li Rojava çalakiya fedaî pêk aniye, heta Meryem Kobanê ya ku ji deriyê îxanetê neboriye û li Bakûrê Kurdistanê Sêvê Demîra ku li qadên xwerêveberinê gotibû berxwedan jiyane heya Hidayet Taştamura ku dibêje "Tenê bedena min a mirî dê ji vir derê" hember zîhniyeta 5 hezar sal berxwedana bêhempa didin.

*Sekretera Giştiya Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Şoreşger Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku di demên dawî de ser jinên li mafê xwe digerin tindî zêdebûye û got: "Divê jin li hemberî van tindiyan bênbahev û bi hevre tekoşînê bilind bikin. Peyîwira me ya herî giring jî rêxistinkirina vê bawerî û berxwedêriya jinane."