Li Amedê piştî ku meşê dest pê kir êrîşên li ser Sûrê jî zêde bûn

17:00

JINHA

AMED - Meşa ji bo Sûrê li gel hemû astengî û pevçûnan berdewam dike. Li ber deriyê duçavî yê ku li Sûrê vedibe polîs êrîşî gel kir û pevçûnan dest pê kir. Her wiha bi destpêkirina meşa gel re êrîşên li ser Sûrê jî zêde bûn.

Li Amedê ji ber meşa ku gel pêk anî polîsan êrîşî gel kir û li taxa Yenîşehîrê ya Ofîsê pevçûnên dijwar qewimîn. Her wiha li Sûrê li ber deriyê duçavî jî pevçûnên dijwar qewimîn. Ji ber gaza îsotê ya ku hat avêtin gelek kes ji ser hişê xwe çûn. Bi pevçûnên ku derketin re li Sûra ku di bin dorpêçê de ye jî li 6 taxan êrîşên dijwar pêk hatin. Li ser meşvanên ku ji Peyasê ber bi Sûrê ve dimeşiyan jî li Bayramogluyê ji aliyê polîsan ve êrîş hat kirin. Her wiha gel meşa xwe ya ber bi Sûrê ve ji ofîsê berdewam dike.

(mk)