Li Amedê meşê dest pê kir
16:47
JINHA
AMED - Meşa li hemberî dorpêça li Sûrê dest pê kir. Dî meşa ku polîs êrîşî gel dikin de ji hemû hêlên bajêr dengê dirûşman bilind dibe.
Li Amedê ji bo ku dorpêça li ser Sûrê bê şikandin meşê dest pê kir. Welatiyên ku li gelek deverên bajêr gihîştin hev dema ku dest bi meşê kesên di wesayitan de jî ji wan re li kornê xist. Welatiyan bi çepik, lîlandin û bi dirûşma "Şehîd namirin" dest bi meşê kirin. Gel meşa xwe ya ber bi Sûrê ve berdewam dike, li baglarê li hemberî gelê ku meşiya bi bombeyên gazê êrîş hat kirin, li çaryana Medya ya Peyasê jî polîsan êrîşî gel kir. Piştî pevçûnên ku hatin kirin gel li Parkarojava hat gel hev û meşa xwe berdewam kir. Li navçeya Yenîşehira Amedê jî gel li ber avahiya KCD'ê kom bû. Li ber KCD'ê jî polîsan êrîşî gel kir û din ava kolanan de pevçûnan dest pê kir.
(mk)
