Peyamê hevgirtinê ji Yekîtiya Komîteyê Jinên Filistînê
15:11
JINHA
AMED - Ji organizasyona herî mezin ya jinên Filistînê Yekîtiya Komîteyên Jinên Filistînê, peyamê hevgirtinê ji jinên Kurdistanê re şandin.
Yekîtiya Komîteyên Jinên Filistînê peyamê piştevaniya bi jinên Kurdistanê re ji KJA'yê re şand. Di peyamê de wiha hat gotin: "Ser navê organizasyona herî mezin ya jinên Filistînê Yekîtiya Komîteyên Jinên Filistînê em tevahî êrîş û operasyonên leşkerî ên ku hember gelê Kurdistanê pêk tên şermezar dikin; em ji bo tevahî jin, zarok û malbatên ku sê heyvin di bin qedexe û dorpêçê dijîn, hestên piştevaniyê ji kurahiya dilê xwe parvedikin. Em banga rewastandina qeyrana leşkerî ên ser herêmên xwerêveberinê dikin. Em dixwazin jinên girtî bên berdan. Em Înfazên aktivîstên jin şermezar dikin û banga rewastandina her cure hovîtiyê dikin."
(rc)
