Êlihî bi berzkirina ‘Bijî berxwedana Sûrê’ derketin rê
14:32
JINHA
ÊLIH – Gelê Êlihê ji bo piştgirî bide berxwedana Surê û tevlî meşa Surê ya mezin bibe ji Êlihê ber bi Amedê ve derket rê.
Gelê Êlihê ji 7 heta 70'ê salî ji bo dorpêç û êrîşên hêzên dewletê yên ser Surê bişkênin û beşdarî meşa Surê ya mezin bibin bi rûhê berxwedanê berê xwe dan Amedê. Gelê Êlihê ji 5 nokteyên cûda li wesayîtan siwar bû û bi dirûşma “Bijî berxwedana Sûrê” derket rê.
Dayikên berê xwe dan Amedê diyar kirin ku ji bo ew piştgirî bidin berxwedana Sûrê û dorpêçkirina awarte bişkênên berê xwe didin Amedê û wiha gotin: “Ji bo Sûr nebe wek Cizîrê em ê biçin bedenê xwe bikin mertal. Em tu operasyon û êrîşên dewletê naxwazin. Sûr paytexa dîrok û mirovahiya me ye. Êdî bes e em naxwazin bigirîn.”
(kom/zt)
