Jinên ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê xwestin biçin Tatosê hatin astengkirin
13:01
Adar
2
/ 2016
JINHA
ERZIROM - Jinên ku xwestin tevli şahiya 8'ê Adarê ya li Tatosa Erziromê tê lidarxistin bibin wesayitên wan di ketina navçeyê de hatin astengkirin.
Jinên ku ji bajarên derdorê ji bo şahiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku dê li Tatosa Eerziromê bê li darxistin hatin Erziromê di ketina bajar de wesayitên wan hatin astengkirin. Wesayit ji aliyê polîsan ve bi hincetên kêfî hatin astegkirin û welsayitên ku bi heman armancê ji navçeya Xinisê hatin jî bêyî ku tu hincet bên nîşandan paşde hatin vegerandin. Li navçeya ku hat dorpêçkirin gengêşî berdewam dike.
(mk)
