Cenazeyê Çimen Tankan hat teşhîskirin
12:45
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeyên Çîmen Tankan, Îsmaîl Çetîn, Murat Erdîn û Hasan Tag yên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û li ATK'ê dihatin ragirtin hatin teşhîskirin.
Cenazeyên kesên ku li Cizîrê di bodrumê hovîtiyê de hatin qetilikirin û piştre rakirin Tipa Edlî ya li Sîlopiyê teşhîskirina wan berdewam dike. Hat ragihandin ku piştî testa DNA'yê cenazeyên Çîmen Tankan, Îsmaîl Çetîn, Murat Erdîn û Hasan Tag hatin teşhîskirin. Malbatên ku hatin deriyê sînor piştî karên fermî cenazeyên zarokên xwe girtin. Dê cenazeyê Çîmen Tankan li Sîlopiyê û cenazeyên din jî li Cizîrê bên definkirin.
Hat ragihandin kul i ATK'ê hîna 44 cenazeyên ku wê bên teşhîskirin hene.
(mk)
