Li Cizîrê di teqînê de 2 kes birîndar bûn
12:30
JINHA
ŞIRNEX - Piştî ku li navçeya Cizîrê a Şirnexê qedexa derketina kolanan rabû gel vegeriya malên xwe. Li Taxa Cudî teqînek çêbû lê nehat zanîn ka ji bo çi teqîn pekhatiye. Di teqînê de zarokek û jinek birîndar bûn.
Li Cizîrê 2 meh û nîv zêdetire qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Di êrîşan de bi sedan welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qatilkirin. Îro di saetên sibê de piştî rabûna qedexa derketina kolanan gel herikî kolanan. Ji ber êrîşên dewletê yên dijwar welatiyan Taxa Cudî berdabûn. Piştî rakirina qedexeyê welatî çun li malên xwe binêrin, dema ku welatî ketin Kolana Omer Hayyam teqînek çêbû. Di têqînê de zarokek û jinek birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê û piştî bûyêre polîsan tax xiste bin dorpêçê.
(dt/zt)
