ROJEVA 02'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Zarokên bajarokê Şedadê kêfxweşiya xwe bi hatina QSD'ê, têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê û careke din peydakirina aramiyê li bajarê xwe anîn ziman.

*Gerîlayên YJA-STAR'ê yên eniya Kerkukê di derbarê 8'ê Adarê de gotin: "Jin bi îradeya Zîlan cesareta Sara û serhildêriya Arînan şer dikin. YPS-JIN da diyar kirin ku jina Kurd çiqas bihêze. Ji bo em bi rihê 8'ê Adarê jiyanê xwşik, azad û serfiraz bikin emê wek gerîlayên YJA-STAR şerê azadiya jînê bidin."

*Deyfe, Fatma, Adîle, Hanzat, Mîna, Meryem, Sakîne, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Viyan; navdarên jin ên berxwedana jinên kurd û bisedan jinên din ên ku me navê wan ne gotî… Di rûpelên dîrokê de jinên kurd gelek serkeftin û qehremanî bi destxistin. Têkoşîna jinan a 40 salan bi artêşbûna re gihişt lûtkeyê.

*Ji 8'ê Adarê heya niha berxwedana jinan weke goka berfê mezin bûye. Îsal jî li Bakurê Kurdistanê YPJ-JIN hat avakirin û ji bo tevlîbûna 8'ê Adarê wiha bang li jinan kir; "Ji dîrokê heya niha em dewletê baş dizanin. Ji bo me dema tekoşînê ye ji wê zêdetir tiştek nîne."

*Kooperatîfê bi armanca alîkariya aboriya jinan li Kurdistanê belavdibin. Berdevka Koordînasyona Komîsyona Aboriya KJA yê Sevînç Guzelek di derbarê aboriya jinan de wiha got: "Armanca me rexistin û aboriya komunal a jiyanê avakirinê ye. Em naxwazin wek sîstemê karê me yek bi yek bê û kar li ser mehane bibê.

*Jinên kedkar ên Wanê ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarê Cîhanê re gotin ku ew ê li ser mafên xwe bisekinin û ew ê bi mêran re dest bi tekoşîna xwe bikin.