3 jinên ku ji bo Surê belavok belavdikirin hatin binçavkirin
14:02
JINHA
AMED - HDP'yî û DBP'yiyên beriya meşa ku dê ji bo Sûrê bê lidarxistin, di dema belavkirina belavokan de hatin binçavkirin.
Rêvebera Rêxistina Bajêr DBP'ê ya Amedê Fatma Perîşan, Rêvebera Rêxistina HDP'ê ya Peyasê Bîrsen Olmez, Meral Çepîk û Fesîh Ateş ên endamên partiyê li navçeya navendî ya Peyasê hatin binçavkirin. Dê sibê bi beşdarbûyîna hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK'ê ya bo navçeya Sûrê ya Amedê ya ku ev 91 roj e dorpêçkirin û êrîşên hêzên dewletê lê didome, meş bê lidarxistin. Fatma, Bîrsen, Meral û Fesîh di dema belavkirina belavokên bo meşê de ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin û wan şandin Qereqola Alîşanê.
(zt)
