ROJEVA 01'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:01
*Jina bi navê H.M ku berî 16 sal ji ber zilm û zordariya Saddam Hiseyîn goçî Bakûrê Kurdistanê kir û niha bi welatiyên Geverê re li hemberî êrîşa dewleta tirk li ber xwe dide diyar kir ku politikaya Saddam Huseyîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan a li ser kurdan wek hev e.
*Li Kantona Efrînê qadên xebatê jinan berfireh dibe. Bi pêşengiya Kongreya Star li Kantona Efrînê atolya cildirûnê hate vekirin. Jin ji bo berdewamkirina çanda civaka Kurd a resen dest bi dirûna cil û bergên gelerî ji bo 8'ê Adarê kirin.
*Jinên saziyên civaka sivîl yên bajarê Dirbêsiyê êrîşên dewleta Tirk ya ku yekser êrîşê axa Rojava dike, herwiha bi rêya çeteyan li ser kantona Efrîn, Girê Spî û bi taybet li ser herêma Şêx Meqsûd şermezar kirin.
*Şaredariya navçeya payîzava Wanê ji bo îstîhdama jinê kargeha aşxane ya xwarinê avakir. Jinên ku li kargehê dest xebatê kirin diyar kirin ku ew êdî aboriya xwe bi xwe pêşwazî dikin û wiha got, " Em xwarinê çêdikin hem aboriya xwe pêk tînin hem jî jin tevlî qadên xebatê dikin û ji civakê re em dibêjin jin livirin."
*Jinên Surê dibin dengê bomba û guleyan de bi keda destê xwe aramiyê çêdikin û jiyanê ji nû ve avadikin.
*Ji jinên ku pirtûk nîvîsin û mecbûr man bi navê zilam derxînin heta jinên ku ji ber partiyek siyasî vekirine bi cudakeriyê hatine sûcdarkirin…. Ji meşa jinan a li hemberî lêdanê ya bi strana "Jin Hene" hata Mor Çatiyê… Ji jinên gotin "Laşê me yê me ye" heta jinên bi kom ji bo ji hevjînên xwe veqetin daxwazname dan… Tevgera Jinên Tirkiyeyê ku li hemberî zîhniyeta zilamê serdest bi gotina Fatma Nesîbe Hamin a "Heke di dema zikmakî de lepek hesin û dilek hişk dabana min, destpêkê minê serê zilaman parçe bikira" hat avakirin.
*Jinên Derekoyê bertekên xwe li hember RES'an anîn ziman û gotin: "Bi hezaran darên me birîn. Bila li cihek çol çêkin, lê bila daristanên me tine nekin. Em ne li hember hilberîna eneriyê ne, lê bila ziyanê nedin daristan û zeytunên me."
*Jinên ku xebatê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin, diyar kirin ku ew ê ji bo bajarên Kurdistanê ên di dorpêça hêzên dewletê deye kampanya bidin despêkirin û gotin ew ê 8'ê Adarê îsal veguherînin roja raperînê.
*Dayika Mûmê ya ku 3 zarokên wê girtîne her roj li ber derê girtîgehane got: "Çiqasî êrîşî me dikin em zêdetir bihêrs dibin û rêxsitina xwe mezin dikin. Ez bi zarokên xwe serbilindim."
