Kongreya Star: 8'ê Adarê pêşkêşê berxwedana Bakûr kir
14:14
JINHA
ROJAVA- Kordînsasyona Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tevahiya jin vexwend ku bi ruhê serhildanê 8'ê Adarê pêşwazî bikin.
Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi rûhê berxwedana bakûr dê têkoşîna jinan bilind bikin û wiha hat gotin, "Di dîroka 8'ê Adarê de her tim jinan têkoşîna xwe li hemberî zilm, zordarî, çewisandinê û komkujiyan bilind kirine."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me li Bakûrê Kurdistanê jî bi komkujiyan re rû bi rû ne, dewleta Tirkiyê bi serkêşiya AKP'ê êrîşên hovane li ser gelê sivîl dide meşandin. Di encama van êrîşan de jin, ciwan, zarok, kal û pîr tên kuştin. Heman êrîş bi destê DAÎŞ, Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam li ser gelê Rojava li Efrîn, Heleb, Şêx Meqsûd, Ezaz, Girê Spî û hwd. dide meşandin. Her wiha tecrîda girankirî li ser Rêber Apo di zindana Îmraliyê de tê meşandin."
Di daxuyaniya Kongreya Star de bal li ser êrîşên hember Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hat kişandin û wiha hat gotin, "Tirkiye dixwaze têkoşîna azadiyê û rêveberiya xweser têk bibe. Ji bo vê dê tevahî çalakiyên me ên 8'ê Adarê bi awayekî serhildan li beramberî vê hovetiyê bin. Em wekî Kongra Star bang gelê xwe dikin, bi taybet jin û ciwanan ku bi awayekî çalak dakevin meydanên çalakiyê, divê em hemû çalakiyên 8'ê Adarê bikin serhildan û bi ruhê berxwedana Bakûr têkoşîna jinan bilind bikin. Çalakiyên me wê li hemû bajaran bêne meşandin, civînên berfireh wê bên lidarxistin, hemû bajar werin paqijkirin û bi pankart û afîşan û alan werin xemilandin."
Daxuyanî wiha bidawî dibe "Meşên girseyî bi awayekî serhildan wê werin lidarxistin. Em hemû gelê xwe vedixwînin çalakiyan û bi vî awayî 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin."
(sh/rc)
