ROJEVA 29'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Endama Meclisa Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Hatayi Demir diyar kir ku li Kurdistanê bi şerê hatî despêkirin re qadên jiyana hemû zindiyan tên teng kirin, bi qasî tê xwestin hişmendiya ekolojiyê nîne û wiha got: "Dê tevgera ekolojiyê ji bo kaos û şerê tê jiyankirin roniyê bîne."
*Endamên YPS- JIN’ê Geverê di derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê de axivîn û gotin, “8’ê Adarê ji bo me jinan gelek giring û bi wateye. Ji ber ku 8’ê Adarê bi saya jinên têkoşer hate avakirin û ew jin bûn dengê hemû jinên bindest. Bila hemû jin li hemberî hişmendiya qetilkirinê bi rêxistinbin û têbikoşin.”
*Têkoşîna azadiya jinan li gelek deverên cîhanê bi pirên xwişkan belav dibe, bi xweparastina cewherî mezin dibe û dîrokek ji nûve zindî dibe. Kîna hemû jinên ku ji 8'ê Adara 1857'an û heta roja îro hatine qetilkirin dibe serhildana jinan.
*Şaredariya Gel a navçeya Payîzavaya Wanê bê navbera xebatên xwe yên temînkirina bingeha xizmetan a navçeyê zêde dike û li riyên çareseriyê jî ji bo pirsgirêkên welatiyan pêk tîne. Ji bo welatiyên navçeya Payîzavayê jî ji bo jina aliyê tendurîstî, aborî û aliyê çandê jî xebatên xwe berdewam dikin. Hevserokê Şaredariya Payîzavayê Yildiz Çetîn li ser xebatên şaredariyê nirxandin kir û diyar kir ku ew ji bo welatiyan xebata xwe bê navber di bajêr de pêk tînin.
