Li Nisêbînê tevgera wesayîtên zirxî

20:34

JINHA

MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê piştî wesayîta zirxî ya li ser riya Çag Çag darbe xwar, tevgera wesayîtên zirxî yê li ser riya Çag Çag ê ji saetên êvarê ve bê navber berdewam dike.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê dorpêça hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî bi êrîşan berdewam dike û hêzên YPS’ê jî li hember wesayîtên ku li pey qetilkirina gel tevdigere çalakiyan pêk tîne. Hêzên YPS’ê di saetên sibê de çalakî li hember wesayîta ku li ser riya Çag Çag hatî bi cîh kirin û di 19’ê Sibatê de jina bi navê Gulşah (Dilşa) Ak qetil kirî çalakî pêk anî û di çalakiyê de wesayîta tîpa Kobra hat darbkirin. Piştî çalakiyê dîsa wesayîtên zirxî li ser riya Çag Çagê hat cîh kirin û ji saetên êvarê ve tevgera hêzên dewletê ya bi wesayîtên zirxî dest pê kir.

Hat zanîn ku wesayîtên ku tevgera wan dest pê kirî, li ser riya Çag Çagê hatin bi cîh kirin.

(ozp/zt)