Muzeyyen Yildiz li ser milê jinan hat oxirkirin
19:52
JINHA
ŞIRNEX - Muzeyyen Yildiz (Dicle Rehîma) a ku li Hezexê di êrîşa helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Koycegiz ê girêdayî Hezexê li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.
Muzeyyen Yildiz (Dicle Rehîma) a ku bi 11 hevalên xwe re di bombardûmana helîkopteran a di 24’ê Sibatê ya li bejahiya Hezexê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya bi sedan kesan li gundê Koycegiz ê girêdayî Hezexê hat definkirin.
Cenazeyê Muzeyyen bi konvoyeke dehan wesayîtan ji Nexwşxaneya Dewletê ya Artûklûyê rakirin gund. Di ketina gund de jinan cenaze ji ambûlansê girtin, destpêkê birin mala wê û şûn de ber bi goristana gund ve ketin rê. Li gel tilîliyan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” heta goristanê ketin meşê.
Piştî wecîbeyên olî yên li goristanê, cenazeyê Muzeyyen hat definkirin. Piştî rêzgirtinê ya li ser goristanê, girse ber bi mala sersaxiyê ya li gund ve ket rê.
(zt)
