Li Surê di encama bombabaranê de avahiya sivîl têdene hat xwarê

15:59

JINHA

AMED - Li Surê nîvê avahiya ku sivîl têde dimînin ji ber bombabaranê hat xwarê. Seniha Surer a ku di heman avahiyê de dimîne diyar kir ku rewşa birîndaran nebaşe û banga xwedî derketina Surê li her kesê kir.

89 rojin navçeya Sura Amedê dibin êrîş û dorpêçandene. Di navê de Elif a 4 mehî jî heyî nêzî 200 sivîlan ku ji wan 22 birîndar jî hene mala ku lêdimîne bê navber tê bombakirin. Ji serê sibê ve li navçeyê 5 teqînên mezin derketin, bombabaran hîna berdewam dike. Ji sivîlên nava Surê Seniha Surer da zanîn ku avahiya ku ew têdenin di encama bombabaranê de nîvî hat xwarê. Seniha bilêv kir ku rewşa birîndaran nebaşe, divê her kes deng bidin Surê.

(zt)