Cenazeyên Zeki Aydin û Muzeyyen Yildiz hatin teşhis kirin

11:14

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyên Zeki Aydin û Muzeyyen Yildiz ji aliyê malbatan ve hatin teşhis kirin û ji Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê hatin girtin.

Li çoltera gundê Hespistê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê di 24'ê sibatê de di encama êrîşa hewayî ya bi helîkopteran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji 12 cenazeyan 7 cenaze berî hatibûn teşhîskirin ji cenazeyan nasnameya 2 kesên din jî diyar bûn. Hate tespîtkirin ku cenazeyek aydî Zeki Aydin (18) û yê dinê jî ayîdê Muzeyyen Yildiz a 22 salî ne. Di girtina cenazeyan de MEYA-DER, DBP, HDP, Dayîkên Aştiyê, hevşaredar jî di navê de gelek welatî amadebûn.

Cenazeyên Zeki Aydin û Muzeyyen Yildiz ji aliyê malbatan ve bi diruşma "Şehîd namirin" hatin girtin. Cenazê Zeki Aydin ber bi Kerboranê û yê Muzeyyen Yildiz jî ber bi Hezexê ve hatin şandin.

Li Morga Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê 6 cenazeyên ji Cizîrê û 3 cenazeyên ji Hezexê anîne tên girtin.

(kom/zt)