ROJEVA 28'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Bi nêzikbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re jinan dest bi amadekariyên daketina dadan kirine. Jinên kedkarên Colemêrgê jî diyarkirin ku ew bi giyana berxwedanê amadekariyên 8'ê Adarê dikin.
*Dikana EKO-JIN a ku rojên borî li Amedê hat vekirin, hem hilberîn û kedê jinan hember kapîtalîzmê meydanê dixwîne hem jî çanda xwe yê gelerî dide jiyandin.
*Ji bo dawîhatina dorpêça ser Surê û pêşîlêgirtina komkujiyan Dayîkên Aştiyê yên Dîlokê hatin Amedê. Dayîkan diyar kirin ku weke Cizîrê dixwazin li Surê jî komkujiyê bikin û gotin; "Em desturê nadin."
*Di derbarê fezlekeya ku Serokomar Tayyip Erdogan ser parlementerên HDP'ê amadekirî û şandî ji komisyona meclisê re Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik diyar kir ku ji xwe siyaseta kurdan hînî bûye, her dem rastî nêzîkatiyên wiha tê û got: "Rojevek me ya ser fezlekeyê nîne. Di rojeva me de komkujiyên li Kurdistanê tên kirin hene. Pêşîgirtina li komkujiyan heye. Rojeva me Cizîr, Sur û Silopiye."
