Bernameya RJAK'ê ya 8'ê Adarê diyar bû

18:31

JINHA

SİLÊMANÎ - Bernameya RJAK'ê ya 8'ê Adarê ku li hemû deverên Başurê Kurdistanê bê lidarxistin diyarbû.

Bernameya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) ê ya çalakiyê 8'ê Adarê li Başurê Kurdistanê diyar bû. Endama Desteya Rêveberya RJAK'ê Şehên Mihemed bernameya xwe ya xebatên 8'ê Adarê wiha anî ziman: "Em bi têgihiştina ji bo vê rojê li tevahî bajarên Başurê Kurdistanê 8'ê Adarê bi çalakiyan pîroz dikin. Em bi têgihiştina ku her roj bibe 8'ê Adarê tekoşîn dikin. Li ser vê bingehê jî li tevahî bajar û bajêrokên başurê Kurdistanê vê rojê pîroz dikin."

Bernameya çalakiyan wihaye;

1'ê Adarê heya 10'ê Adarê çalakî didomin.

*1'ê Adarê jin ji tevahî bajaran bihevbeşiya jinên pêşmerge wê biçin serdana gerîlaiyên jin li eniya şerya bajarê Kerkûkê.

*3 û 4'ê Adarê 4 panêl dê bên lidarxistin.

*6'ê Adarê çalakiya girseyî û meş li Silêmniyê têlidarxistin.

*8'ê Adarê bitevlîbûna RJAK'ê çalakiyek girsryî tê lidarxistin.

*12'ê Adarê jî li bajarê Hewlêrê diruşma rolê jinê di demokratîk kirina civakê de konfiransek tê li darxistin.

*8'ê Adarê li bajarên din ên weke Kerkuk, Dhok, Helebce, Raperîn û pêncwên û bajêrokên din wê çalakî bên li darxistin.

(şb/zt)