ROJEVA 27'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Fermandara YJA-STAR'ê Tolhildan Goyî diyar kir ku hesabê pergalê desthilatdariyê hember jinan pûç bûye û wiha got, “Em wek hêzên YJA-STAR'ê ji bo jinan li Başûrê Kurdistan pêwîstiya birêxistin kirina parastina cewherî û avakirina paratina rewa wek çareseriya tevahî pirsgirêkan dibînin.”

* Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di derbarê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê de axivî û got ku 8'ê Adarê di sala 2016'an de dê bi pêşengiya jina kurd de bibe sala şoreşa azadiya gelê kurd.

*Kurê Fehîma Akit a ku di 7'ê çileyê de li Nisêbînê ji aliyê tîmên tayîbet ve hat qetilkirin Ali Yuce got: "Hesreta dayîka mina koçer çiyayên Kurdistanê bû. Gule li aliyê çepê yê bedena dayîka min a bêhna azadiyê jêdihat xistin. Ya dikeve ser milê me zarokên wê, bîranînên dayîka xwe, berxwedana ku mîras hêlaye dayîna jiyankirin û kolanên xwe neterikandine."

*Jinên ku bi keda destê, hûnerên xwe ya çêkirina cil û kofiyên bi rengê kesk, sor û zer çêdikin diyar kirin ku ew ji bo roja xwe ya pîroz cilan amade dikin û gotin ew bi kelecanek mezin li benda roja 8'ê Adarê ne.