ROJEVA 26'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Ekolojîstvan Şehbal Şenyurt Arinli bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk ya talana li ser xwezaya Kurdistanê ku di bin navê ‘Ewlehiyê’ pêk tîne û wiha got: “Têkoşîna li hemberî van talanên tên kirin qet têrê nake. Divê hawirdorparêzên cîhanê, Kurdistan û Tirkiyeyê têkiliyên xurt bi hev re daynin û tercubeyên xwe bi hev re parve bikin da ku têkoşînek hevpar bimeşînin.”
*Ji heyeta KNK'ê Naliya Îbrahîm û Shahla Hafîal ên ku ji bo lêkolînê derbasî Silopî bûne diyar kirin ku ligel êrîş ew hestên berxwedanê di gel de bilind dîtine û anîn ziman ku serkeftina Bakûrê Kurdistan dê bibe wesîleya serkeftina tevahî Kurdistanê.
*Fermandara YPS-JIN Yildiz Cûdî, derbarê berxwedana xwerêveberina gel a li hember êrîşên dagirkeriyê nirxand û got, "Divê vîna ku her dem di bin zilma netew-dewleta Tirkiyê de dima helwesta xwe dane holê. Êdî gelê Kurd bi nasname, ziman û çanda xwe dixwaze xwe bi rêve bibe. Ev têkoşîn li hember dagirkerên mafin. YPS garantiya xweseriya demokratîke. Çawan ku çeteyên hov DAIŞ bi rûhê berxwedanê têk çû, aqubeta AKP'ê jî dê ev be."
*Li Afganîstanê ku bikaranîna bîsîkletê ji bo jinan qedexeye, Koma Bîsîkletê a Jinan qalibên zîhniyeta desthilatdariyê hildiweşîne. Koma jinan di sala 2016'an de berendamên Nobelê hatin nîşan dan.
*Jinên ku li Bîsmilê aboriya komînal pêşdixin, bi berhevkirina berhemên çandiniyê debara xwe pêk tînin. Fahîme Ete diyar kir ku divê piştgirî ji bo jinan bê kirin û got divê bi pêşengiya jin cotkarî pêşbikeve.
*Ji bo kar û xebat jinên Payîzava bê zêdekirin di binesaziya şaredariyê de atolya merşê a ku vebûye, jin di qadê xebatê de cih digrin. Jinan diyar kirin ku hebûna atolya hem di warê civakî, hem aborî û hem jî çandî qadê wan fireh dike û gotin ew li her qadê jiyanê hene.
