ROJEVA 25'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Atolya jinan a ku di çerçoeyê plansaziya projeyê aborî de hatî avakirin, rastî eleqeyek mezin yê jinan tê. Jinên Efrînê ên ku di atolyeya cildirûnê de dixebitin kar û xebatên xwe nirxandin û banga tevlîbûnê kirin.

*Ekolojîstvan Bengî Akbulut diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê bi pêşengiya jinan rêve diçe û anî ziman ku ax ji bo jin xwedî hebûnek civakiye û got têkiliya ku jin bi axêre datîne dişibihe têkiliya wan yê li hember hevdû.

* Zehra Elber ya ku rastî êrîşê kezzap ji aliyê hevjînê xwe salê borî hatî, ji ber birînê wê enfeksyon girt carek din rakirin nexweşxanê. Zehra yê ku li Nexweşxaneya Dewletê a Konyayê baş ne hat derman kirin rakirin Nexweşxaneya Hacettpe, di pêvajoya xwe a giran de Zehra dexwaza alîkariyê ji tevahî kesimên bi wîjda kir.

*Asayîşa Trafîkê ji bo rêxistinkirina tevgera kolan, çûn û hatina wesayît û matoran dest bi hemleyek nû dike.

*Kevneşopiya dergoşa mezinkirina zarokan ji dîrokek kevnare tê. Saîme Dayan da zanîn ku ew li ber dergoşê re hem karê xwe yê dest dikin û hem jî ji bo zarokên wan razin stiranan dibêjin.

*Seroka Şaxa ÎHD'ya Stenbol Zeynep Ceren Boztoprak û Endama Bloka Aştî Parêzer Zûleyha Gûlûm, banga rewastandina binpêkirina mafê mirovan ên ku li Kurdistanê pêk tên kirin û wiha gotin, "Divê hevgirtinên li Tirkiyê mezin bibe û herkes piştgirî bide.

*Piştî Cansel Bukse K. ji aliyê mamosteyê xwe ve rastî êrîşê zayendî hat û întîhar kir, jinên lîseyê ên Edenê gotin, "Wek xwendekarên lîseyê em li mala xwe yê duyem 'lîseyê' her roj tevî tacîz û tecevûzan bi cînayetan re rû bi rû mane. Hîna duh em bi Ozgecan ji xew rabûn û îro bi Cansel re rabûnê dewam dikin."