Li Zonguldakê jinêk hat qatilkirin

16:21

JINHA

ZONGULDAK- Jina bi navê Necla Saglam li Zonguldakê li mala xwe sitû jêkirî hat dîtin.

Necla Saglam (23) Xabatkara Komirê Saziya Tirkiyê (TTK) bi hovanê hat qatilkirin. Li gorî hat zanîn hevalê Necla yê ku ajokarê Wesayîta Tenduristiyê a Lezgîn 112'ê S.C. bi telefonê li Necla digere. Dema ku bersiv nagre diçe malê Necla. Piştî ku Necla derî venekir cardin S.C. lê geriya û dengê telefonê ji hundir bihîst. Ser vê yekê agahî da polîsan. Piştî ku polîsan derî bi çilîngîrê vekirin dîtin ku Necla bi hovanê hatiyê qetilkirin.

Cenazê Necla rakirin morga Nexweşxana Dewletê Ataturk ya Zogundaka û S.C jî hat biçavkirin.

(dt/rc)