ROJEVA 24'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Fermandara YJA-STAR Berfîn Nurhak û Fermandarê YJŞ'ê Denîz Dag derbarê konferansa YPJ-Şengalê de nirxandin kirin û diyar kirin ku ew ê bi ruhê Bêrîvanan heya dawî têkoşîna xwe bidomînin.
*Îqtîdarên siyasî û polîtîkayên hewirdor her roj bi taxrîbatek nû yê xwezayê dertên pêşbirê me. Li gorî istatîstîkên EPDK'ê yê sala 2011'an, li Tirkiyê hîna înşakirina 600 HES berdewam dike û ji wan 250'î li herêma Behra Reşe. Çalakiyên li Tirkiyê yê Yirca, Gezî û Yeşîl Yolê hember RES, santralên termîkê û veguherîna bajaran her ku diçe muhalîftiyek civakî qezenç dike û mezin dibe.
*Jinên ku malê wan li Surê hatî rûxandin diyar kirin ku dewlet di salên 90'î de wan bi zorê ji gundê dane koçber kirin û gotin ew ê nebe du caran û dê Surê terk nekin.
*Komîsyona Aborî a KJA'yê ji bo 'Pergala Aboriya Komînala Demokratîk' avabikin dê 'Konferansa Aborî a Jin' pêk bînin. Endama Koordînasyona Aborî a KJA'yê Sema Koç diyar kir ku armanca wan jin di nava qada aboriyê de derxistine pêşe û got, "Jin xwedî hilberîn û aboriyê ye."
* Li navçeya Sura Amedê 85 rojin hêza dewleta Tirkiyê bi tang û topa êrîşê nirxên dîrokê dike û tune dike. Aktîvîsta Meclîsa Ekolojiya Amedê Fîlîz Tahtaci diyar kir ku Wezareta Çandê rapor şandiye UNESCO'ê û got, "Muxatabê dewletê UNESCO bi xwe ye."
