Jinên Geverê bertek nîşanî teşîrkirina bedana jinan dan

16:33

JINHA

COLEMÊRG - Jinên Geverê ji bo şermezarkirina qetilkirina jinan ji aliyê hêzên dewletê ve li Kurdistanê û teşîrkirina bedena wan daxuyanî dan.

Aktîfistên Kongera Jinên Azad (KJA) ya navçeya Gevera Colemêrgê ji bo şermezarkirina qetilkirina jinan ji aliyê hêzên dewleta tirk ve li Sur, Cizîr û Mûşê û teşîrkirina bedena wan daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî di konê mertalên zindî yê berxwedanê de hate dayîn. Hevseroka KCD'ê û Parlementera HPD’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn.

Jinan di daxuyaniyê de bê navber dîrûşmeyên wek ”Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Cizir, Sur û Geverê” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Endama Koordînasyona Jinê ya Geverê Ozgur Canan daxuyanî da û diyar kir ku dewlet li ser bedena jinê hêza xwe dide meşandin û li hemberî van êrîşan li ser bedena jinê sebra wan nemaye û dê bivê hêrsê her ku biçe berxwedana xwe mezin bibin.

Piştî axaftina Oznur Parlamenter Selma Irmak jî got ku ev bê ahleqî û bênamûsiye û wiha axivî: “Dewleta deshilatdar ji ber ji hêza jinê ditirse êrîşî cenazeyên jina kurd dike û bedena jinê teşîr dike. Bi tu awayî ev nayê qebûl kirin. Dewlet dibêje ku dê jina kurd bi vê yekê bitirse û dev ji têkoşinê berde. Na ev ne raste ev êrîşên bê axleqî jinê bi hêztir dike û jinê xurtir dike.”

Selm bang li hemû jinên Kurdistan û Tirkiyê kir ku bila li hemberî vê êrîşa li ser bedana jinê bibin yek kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila jin destûrê nedin êrîşên li ser bedena jinan tên kirin. Li çar aliyê Cihan, Kurdistan û Tirkiyê jin nerazibûnên xwe nişan bidin. Eger îro li ser bedana jinê polîtîkayên wiha qirêj bên meşandin dê li ser hemû jinan bê kirin. Divê li hemberî van êrîşan jin deng vedin.”

(kom/ho)