ROJEVA 23'Ê SIBATA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên Kantona Kobanê bi tundî êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Kantona Efrînê şermezar kirin û gotin; "Em wekî jinên Kobanê êrîşên Tirkiyê ser Kantona Efrînê şermezar dikin. Em van êrîşên ku bi serkêşiya Erdogan li ser gelê me yên Kantona Efrîn û Bakurê Kurdistanê pêk tên bi tundî şermezar dikin."

*Îslim a ku bi salane di nava zeviyan de dixebite, niha jî bi berkêşanê debara xwe dike û li gel hemû zoriyên jiyanê jî hewildide ser lingê xwe disekine.

*Endama BİGK'ê Fusun Çeliker diyar kir ku ji bo tiştên li Cizîrê hatin jiyan kirin li Surê neyên jiyandin û dawî li polîtîkaya îmhayê ya ser Kurdistanê bê divê hemû kesîm bên bahev û bi hev re tekoşînê bikin.